Nexweş û bê kaxet?
Dayra sosyalê ("Sozialamt") tedawiyê ret dike, gelo?

 

Komela Bochum a alîkariya tendurustiyê ji bo penaberan (Medizinische Flüchtlingshilfe Bochum e.V.) saziyeke mafên mirovan e. Armanca wê jî başkirina rewşa penaberan û koçberan e, yên ku ji ber sedemên zagonî li Elmanya ji mafê tedawiyê tên mehrûm kirin.

Armanca karê me yê siyasî rakirina zagonên diskrîmînekirinê û kiryarên nijatperest ên rojane li hember penaber û koçberan e. Divê deriyên sistema tendurustiyê ji bo hemû kesan vekirî be.

Ji hêla pratîkê ve em alikariya tendurustî ji bo penaberan û koçberan dikin, yên ku:

  • ditirsin herin serdana doxtoran, ji ber ku statuya wan ji bo li Elmanya bimînin, tune ye;
  • dayra sosyalê mesrefên wan yên tedawiyê hilnagire, herçiqas xwedî kaxetên resmî bin jî;
  • ji ber sedemên eşkencê, şer an koçberkirinê muhtacê alikariya psîkolojîk in.

Em têkiliyan li navbera kesên li jor hatin li ser ziman û doxtorên pispor ên amade ne ji bo wan bê pere û anonîm tedawî bikin, çêdikin. Kesên nexweş bi xwe jî dikarin werin bîro ya me an jî dikarin kesên pê bawer in, bişînin li cem me. Ji derveyî sêtên kar jî ew dikarin bi riya telefonê bigihînin me. Em herroj li telesekretera xwe guhdar dikin û di demeke kurt de dikarin bersîv bidin. Ger tê xwestin, em dikarin hevdîtinan li cih û demên din jî pêkbînin. Serdanên wan kesan wê bê guman veşartî bimînin û emê ti agahiyên şexsî ji wan nexwazin.

Di hevdîtinên me de hertim jinek û mêrek amade ne. Ji kêmayî ve yek ji wan doxtor e. Li destpêka hevdîtinê de wê rewşa nexweş a tendurustî were tespît kirin. şunve, doxtorê li ser vê nexweşiyê bisekine wê were pêşniyar kirin û li dawiyê de nexweş wê biçe an li cem doxtor, an jî psîkolog, an jî psîko-terapîst ên ku bi komela me re kar dikin. Ger tê xwestin em dikarin wergeran jî peyda bikin. Komela "Medizinische Flüchtlingshilfe" ti agahiyan nade saziyên dewletê. Naveroka van axaftinan wê tenê li navbera me de bimîne.

 

Saetên ji bo hevdîtin û şewirmendiyê:
Sêşem, saet 18:00 - 19:30
Soziokulturelles Zentrum Bahnhof Langendrêr

Wallbaumweg 108, Raum 4
44894 Bochum
Tel.: 02 34/23 54 64